Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi tohmeta hevkarî digel dujmin, dest bi ser darayiya xelkê de digre

14:25 - 22 Îlon 2026

Elî Salihî, dadstanê rêjîmê li Têhranê li roja Sêşemî 22ê Îlonê, daye zanîn ku hisabên bankî û maşînên 394 kesan bi tohmeta “hevkarî digel dujmin”, peyda kirine û bi fermana dastaniyê dest bi ser de girtine.

Tohmeta wehmî ya “hevkarî digel dujmin”, tohemke çewt a rêjîmê bi neraziyan bi taybet li xwenîşanderên nerizayetiyê û herwisa girtî û tohmetlêdayiyên li pêvajoye şerê Amerîka û Îsraîlê digel rêjîmê de ye ku bikare bi wî awayî sizayên giran bi ser wan de bisepîne an darayiya wan li jêr navê yasayê de talan û zevt bike.

Wî dadstanê rêjîmê ti zanyariyek li derheq nasname û hûrgiliyên dosyeya wan kesan belav nekiriye.

Dezgeha dad a rêjîma Îranê li dema xwenîşandanên nerizayetî li sala 1404 a Rojî li pêvajoya tepeserkirina xelkê de daryiya sedan kes ji xelkê Îranê li navxwe û rûniştiyên derveyî Îranê bi tohmeta “hevkarî digel dujmin” bo berjewendiyên xwe zewt û talan kirine.