Wezîrên Derve yên Girûpa G7 anku “Birîtaniya, Kanada, Firanse, Alman, Îtaliya, Japon û Amerîka”yê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar li kêleka civîna Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de daxwaz ji paşmaweyên rêjîma Îranê kirin ku dest ji şandina çek û çolan bo Hûsiyên Yemenê berde.
Li vê daxuyaniya hevapar de hatiye ku kiryarên rêjîma Îranê li piştevanîkirin li Hûsiyan, nîşanderê mînakek metirsîdar ji zêdebûba wan dijheviyan e ku metirsiya lawazkirin a ticareta navnetewî û alozîxistin li aramiya cîhanê li pey xwe tîne.
Herwisa Girûpa G7, êrîşa Hûsiyên Yemenê bo ser Erebistanê bi tuntirîn şêwazê şermezar kirin û ragihandin ku ev êrîşên berdewam bi ti awayek nayêne qebûlkirin.
Girûpa G7 daxwaz ji Hûsiyan kir ku bi lezgînî hemû kiryarên xwe yên serbazî, gefxwarin û êrîşên bo ser gemiyên ticarî bi dawî bîne û bi hizreke baş vegerin bo pêvajoya siyasî.