N. Bêhzad Simko
Rêjîma Îranê bo man li ser desthilatê û berdewamiya siyasetên xwe yên wehmî û şerxwazane, stratejiyên tevlihev û aloz hene ku li wan stratejiyan de armanca herî girîng, man li desthilatê bi her nirxekê ye.
Li vê nivîsê de em dê hewl bidin beşek ji wan startejiyên tevlihev û aloz ku ji starytejiyên siyasî, serbazî, aborî û saykolojîkî yên çend qatî pêk tên bi awayekî kurt şirove bikin ku ji çendîn beşan pêk hatiye.
Pêkhate yan sîstema bidestvegirtina hêz û navendên paralêl ên desthilatariyê ji 2 beşên dewlet û meclîsa rêjîmê û rêberî û damezraveyên ser bi vê pêk tê, dewlet û meclîs bo hilbijartin û destnîşankirina kesên girêdayî li beşa rêberî û navendên ser bi vê pêk tê ku karê vê parastina hêza bingehîn û li dema qeyranan de bi xetakarnasandina dewlet û meclîs û li bi stugirtina berpirsayetiya kirîz û neşiyanan e.
Çêkirin û damezradina navend û damezraweyên paralêl li tenişta sîstema birêveberî û îdarî beşek din ji wan startejiyên rêjîmê ye her weku danîna beşa parastin anku heraset li nav îdareyan an avakirna spaha pasdaran li tenîşta artêşê û li beşên ewlehî de danîna îtilaata spahê li tenişta wezareta îtilaatê bo garantîkirina wefadarî û girêdayiya wan hêzan bi rêjîmê, ku armanca bingehîn rêgirîkirin ji mijarên wek tevlîbûn bi xwenîşanderan û neraziyan û kûditayê ye.
Navendeke rêgir û herwisa cudakirina xwedî ji biyanî ya şêwreya nigehban li binav hilbijartinan û herwisa karpêdan li wezaretxaneyan û îdarayan de bi beşa parastin anku heraste an guzîniş a xwendekaran bo zanîngehan bo vê armancê hatine avakirin.
Yekek din ji startejiyên rêjîmê bo man li deshilatê, cihgîrkirina rewşa ewlehî li nava civakê de û bihêzkirina alî û alavên tepeserker ên çendîn alî li xwenîşandanan an nerizayetiyan e ku ji hêzên întizamiya rêjîmê û bi kirêgirtina hinek kesên berjewendîxwaz û xapandiye binavê besîc ku li Kurdistanê de bi navê caş têne naskirin û herwisa spaha pasdaran bo sepandina rewşa sam û tirsê li civakê û herwisa bikaranîna milîsên bi kirêgirtî yên wek Heşda Şeibî, Fatimiyûn, Zeynebiyûn û taqim û milîsên ser bi rêjîmê bo kontrolkirin û serkutkirina neraziyan têne bikaranîn û rêjîm hewlê dide heta derfet hebe hêzên besîc, hêzên ewlehî yên kinc medenî û milîsan bi kar bîne.
Bi barimtegirtina jiyan û aboriya xelkê li cografiyaya Îranê: startêjiyeke gemar a rêjîma Îranê ku niha ji aliyê paşmaweyên vê rêjîmê ve jî bi awayekî gelek dijwartir bi rê ve diçe, bi barimtegirtiyan jiyan û aboriya xelkê li Îranê ye, nirxa hemû qeyran û dorpêçên bo ser rêjîma Îranê bi awayekî sîstematîk ji aliyê rêjîmê ve bo ser milê xelkê tê veguhastin û rêjîm ti yasayeke exlaqî li wî warî de naparêze û heta canê mirovan jî wek mertal bi kar tîne, bo xwederbaskirin ji dorpêçan, givaşa aborî dêxe ser xelkê, dermanan û hewcehiyên xelkê bi çendîn qat bi wan difroşe û nirxa bacê çendîn qat zêdetir dike.
Binçavkirinên rêgirîker: beşek din ji startejiya rêjîmê li hember çalakvanên medenî, siyasî, xwendekarî, jîngehparêzî, kedkarî û …hd e ku bikare rêgirî ji çêbûn an berfirehtirbûna xwenîşandanan an nerizayetiyên din bigre. li şoreşa Jînayê ve heta niha pêleke binçavkirinan bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê dest pêkiriye.
Startejiyeke dinê a nemirovane ya rêjîmê, îtirafwergirtinên bi zorê an li jêr îşkenceyan de ye ku alavên saykolojîkî û fîzîkî bi kar tîne daku bikare li ragihandinên wek deng û rengê xwe de bo reşkirina rûkê dijberan an aliyan û çewtkirina rastiyan bi kar bibe.
Kontrolkirina zanyarî û şerê saykolojîkî û fîlterîng a înternetê: bi armanca pêşîgirtin bi destpêregihîştina xelkê bi torên civakî û hewldan bo bidestveanîna zanyariyan rêjîm heta asta qutkirina înternêtê jî bi kar tîne û bi danîna torên binav “şebeka millî îtilaat” li pey kontrola tevav a cihana înternetê pêywendiyan de ye.
Qurixkirina ragihandinan: yekek din ji wan statejiyan, qurixkirina ragihandinan e bi taybet ragihandinên taybet û têlêvîzyonî û guherîna rastiyan li dengûrengê rêjîmê bi alava propagandeya hikûmî ye ku şerê saykolojîkî û belavkirina nûçeyên sexte û xapandina raya giştî, beşek ji karê wan ragihandinên qurixkirî ye.
Çêkirina senaryoyên sexte û dualîkirin: bi girêdana her cure nerizayetiyek navxwe bi aliyên biyanî ku li edebiyata rêjîmê de bi welatên dujmin ên wek Amerîka û îsraîl ku pêştir hinek welatên wek Birîtaniya jî li xwe digirt, têne binavkirin û yek ji cehdên berpirsên rêjîmê, hewl dan bo çêkirina netebayî û du cergetiya olî û siyasî û civakî ye.
Stratejiya aborî û torên gendelî û rantî yên girêdayî bi desthilatê: beşek din ji wan statejiyan, dan û spartina beşên bingehîn, stratejîk û hestityar bi damezraveyên binav olî wek beyta rêberî û biryargehên serbaziyên çendalî ên wek biryargeha Xatemulenbiya an pîşeya neftê bo kesên ser bi spaha pasdaran, bo garantîkirina wefadariya aborî bi desthilatê.
Startejiyeke din a rêjîmê bo mana li ser desthilatê girêdana jiyana beşek ji civak bi desthilatê ye ku bi dabeşkirina yarane bo ragirtin a hewcebûna xelkê bi alîkariyên biçûk, pişk û karpêdana bijarte li navendên hikûmî û serbazî bo ragirtina jiyana beşek ji xelkê bo mana rêjîm û siysetên derve û herwisa milîsên ser bi rêjîmê ye.
Kûrahiya stratejîk û hêzên milîsan: Startejiyek gelek girîng ya rêjîmê ku bûye sedema kawilkariyên bêmînal li dîroka Îranê, avakirin û piştevanîkirin ji taqim, çete û girûpên tundajo li welatên wek “Lubnan, Îraq, Yemen, Sûriye û hinek welatên Afrîqa û çeteyên tawankar ên navnetewî bi taybet li Ewropayê ye, bi taybet li vê dawiyê li Rojhilata Navîn de ev milîs û bi kirêgirtî wek alavek bo rakêşana şer û aloziyan bo derveyê sînorên Îranê bi kar anîn û wek kartek bo mijarên navkî û deverî, li danûstandinan û lîstika siyasî de bo berjewendiya xwe dane kuştin û welatên wan jî tûşî xisarên giran kirin ku mînaka wan Sûriye û Xeze û Lubnan in, li rastiyê de beşek ji wan xisaran bêveger in.
Herwisa rêjîma Îranê bi vê startejiyê li hember guherîna rêjîmê û danûstandinên navkî digel Rojava de wek karteke garantîkirina desthilata xwe bi kar tînin ku li vê dawiyê li Îraq’ Yemen û Lubnanê de bi rohnî hate dîtin.
Bi giştî li vê nivîsê de tê dîtin ku rêjîma Îranê, bo mana li ser desthilatê hawarê bo her tiştekê dibin û bow î karê xwe jî ti yasayeke mirovî, exlaqî, olî, navnetewî berçav nagire.