Titajîdiya û çêrokên tehl û dijvar li Îranê de qet bidawî nabin
Mujgan Hesenpûr a jina 46 salî û xelka Lahîcanê, ji bo seredana gora dayîk û bavê xwe, tevî kurê xwe yê 7 salî û birayê xwe çûbû goristana Axa Seyîd Murteza.
Li wê derê, hêzên cilik şexsî yên rêjîmê ku dijayetiya bê hicabiyê erkê xwe dizanin, bi hinceta hîcabê sivkatiyê bi vê jinê dike, jê dipirse ka çima hîcaba xwe li ber çavan naparêze. Mujgan, bersiv dide ku cilûbergên wê peywendî bi tu kesî re nîne. Ev cinatyetkar pênc guleyan ber dide Mujgan Hesenpûrê û direve.
Rewşa goristanê tevlîhev dibe. Xelk hewl dide heta hatina ambûlansê alîkariya wê bike. Mujgan bi rewşeke gelekî giran ji bo nexweşxaneyê tê veguhastin û beriya ku bigihîje odeya emeliyatê, lê hewldanên bijîşkan bêencam dimînin û ew jiyana xwe ji dest dide.
Mujgan Hesenpûr ji wan jinan bû ku berdewam seredana malên şehîdên Lahîcanê dikir û sardana malbatên girtiyan dida, her li ser vê yêkê ku sardana malbatên şehîd û girtiyan dida, çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatibû girtin. jineke bû ku hertim li kêlega malbatên daxbar sekinîbû, lewra bê guman rêjîmê ev jina çalak teror kiriye û tenê pirsa hicabê hêcetek bûye.