Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta îtlaata rêjîmê li derheq egera nerizayetiya navxweyî haydarî daye

11:29 - 27 Gulan 2026

Wezareta Îtlaata rêjîma Îranê di daxuyaniyekê de îddîa kir ku piştî şer û êrîşên leşkerî, dijberên rêjîmê giraniyê dêxne ser krîzên aborî, nerizayetiyên civakî, mijarên cudahiya netewî, olî û êtnîkî, û çalakiya medyayên dervayî welat.

Li gora raporta mediayên rêjîmê, wezareta îtlaatê yek ji xalên sereke yên gefê wekî handana etnîkî û olî bi nav kiriye û hişyarî daye ku dijminên hikûmetê li pey şikandina hevgirtina gelan in. Di deqa daxuyaniyê de bi awayekî diyar bal hatiye kişandin ser egera operasyona aliyên siyasî û çekdar li rojavayê Îranê ku armanc Rojhilatê Kurdistanê ye.

Wezareta Îtlaatê herwisa îddîa kiriye ku di dema şerê dawî de, senaryoyên ji bo bikaranîna daxwazên etnîkî û tevgerên nasnameyî li herêmên cuda yên Îranê hebûne; îddîayeke ku di salên borî de jî gelek caran ji bo milîtarîzekirina herêman û daxwazên neteweyî, zimanî û çandî yên gelên ne-fars ji aliyê saziyên hikûmetê ve hatiye kirin.

Di berdewamiyê de, vê wezaretê behsa egera serhildana nerizayetiyên bi sedema aborî û civakî kiriye û medyayên dervayî welat, torên civakî û heta amûrên ragihandinê wekî parek ji şerê li dijî Komara Îslamî pênase kiriye, mijarek ku ji nêrîna çavdêran de, nîşaneya nîgeraniya rêjîmê ye ji zêdebûna nerazîbûnan di bin sîbera krîza aborî û pirsên siyasî û civakî yên ku her diçin mezin dibin.