Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketiya Ewropa daxwaza azadkirina keştîvaniyê li Tengava Hormozê de dike

11:50 - 27 Gulan 2026

Yeketiya Ewropa hevdem ligel zêdebûna aloziyên deverê û berdewamiya aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, daxwaza zivrîna destbicî a azadiya keştîvaniya li Tengava Hormozê de kir û tekezî li ser girîngiya peydakirina çareserek dîplomatîk bo ragirtina aloziyên di Rojhelata Naverast de kir.

Yeketiya Ewropa di daxûyaniyekê de ragehand ku daxwazkarê, hatinûçûna aram, azad û bê astengî a keştiyan, li Tengava Hormozê de dike.

Ev helwêsta Ewropa bi temamî ligel daxwazên Amerîka bo vekirina wê rêreva girîng û sitratejî bi rûyê bazirganiya cîhanî û veguhastina enerjiyê hevterîbe.

Hevdem ew yeketiyê tekezî li ser hewcehiya çûn bo dîplomasiyê bo dawîanîna şer li rojhelata naverast de û zivrandina aramiyê bo deverê kiriye.

Ew helwêsta nû a Ewropa di demekê de ye ku nîgeraniyên navdewletî li ser bandora pirsgirêkan li ser bazarên enerjî û zincîreya dabînkirina cîhanî bi awayekî berçav zêde kiriye.