Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka ragehand, ku li heyamek nêzîk de pêşniyar û pilanên rejîma Îranê gengeşe dike, lê tekezî ji vê kir ku rengê hindê nade wan pêşniyaran qebûl bike.
Tiramp herwisa got ku agehdarê çarçêweya giştî a rêkeftinê ye, lê hevdem rexneyek tund girt û got ku Îranê heya niha baca hewce a wan kiryarên xwe nedaye ku li heyama 47 salên derbasbûyî de dijî mirovahî û cîhanê encam dane.
Hember bi egera destpêkirina aloziyên serbazî, Serokomarê Amerîka amade nebû bi rohnî bersiva rojnamevanan bide, lê hoşdarî da ku eger Tehran reftarek neguncaw yan xeletiyek din bike, bijardeya serbazî wekî egereke vekirî dimîne.
Ev lêdwan di demekê de ye ku Kazim Xerîb Abadî, Cihgirê Wezîrê derve ê rejîma Îranê, gotiye ku welatê wî pilanek bo dawîhatina hertimî a şer radestê Pakistanê kiriye heya wekî navbendçitiyê bigehîne Waşingtinê.
Ev pêşniyara Îranê heya niha ji aliyê Tiramp ve bi nerînî hatiye dîtin, behs li vekirina rêreva keştîvanî li gevriya Hormozê û hilgirtina dorpêça ser Îranê dike, bi mercekê ku gotubêj li ser bernameya etomî a Tehranê bo demek nediyar bê paş xistin.