Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wal sitrît jûrnal, Tehran li pey pereyê biloke kiriye xwe de ye, ne rêkeftina etomî

11:55 - 27 Gulan 2026

Rojnameya Wal Sitrît Jûrnal, di raporekê de aşkere kir ku Komara Îslamiya Îranê li danûstandinên ligel Amerîka de, hewil dide bi bê paşekişeya micid li bernameya etomiya xwe, givaşên abûrî ser xwe kêm bike û destê xwe bigehîne darayî ên biloke kiriye xwe.

Li gorî vê raportê ku li zarê berpirsên Îranî û naybençîtiya ereban ve hatiye belavkirin, Tehran hewil dide li rêya parastina beşeke sereke çalakiyên etomî, rêyek bo azadkirina dehan milyard dolar sermaye û darayî ên biloke kirî û vegerîna bo nava bazara cîhanî a neftê peyda bike.

Li beşeke din a raportê de hatiye ku Komara Îslamî ji vê ditirse ku her cure imtiyazek û paşekişeyeke berbelaviya etomî, ji aliyê Doland Tiramp ve wekî serkeftinek siyasî li navxweyê Amerîka de bê bikar anîn, mijarek ku li gorî gotina çavkaniya Wal Sitrît Jûrnal, sîber û bandor xistiyew ser pêvajoya danûstandinan.