Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê û Ysraîl Katis, Wezîrê berevanî li daxûyaniyekî hevbeş de ragehand ku arteşa welatê wî li êrîşeke esmanî de bo ser Newara Xezê, Mehmûd Ûdde, Fermandê nû yê pilebilinde Hemasê kiriye amanc.
Di daxûyaniyekî de hatiye ku ev operasyon bi fermana rastewxwe a wan bûye, çimkî Ûdde yek ji darêjerên sereke ê êrîşa 7ê Oktoberê û berpirsê berê ê hewalgîriya Hemasê bûye.
Navbirî tenê heftiyek berê û piştî kuştina, Êzeddîn Hedad, wek Fermndê nû ê pilebilinde wê girûpa teroristî hatibû destnîşan kirin.
Îsraîlê Ûdde bi kuştin û revandina welatiyan tometbar kir û ragehandiye ku zû yan dereng wê dest bigehîne tev tawanbarên 7ê Oktoberê.
Ev êrîşên giran ên Îsraîlê bo ser serkirdên Hemasê di demekê de ye ku şerê Xezê gihaye qonaxek dijwar û hewlên dîplomasî bo giheştin bi agirbestê û guhertina êxsîran heya niha bê encam maye.
Girûpa teroristî a Hemasê heya niha ti rohinkariyek fermî hember bi çarenivîsa Mehmûd Ûdde yan zirarên êrîşên esmanî belav nekirye.