Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NBC News: Pentagon bijardên leşkerî yên nû li dijî Îranê dinirxîne

15:04 - 27 Gulan 2026

Çend berpirsên Amerîkayî ragihandin ku tevî tekeziya dewleta Tiramp li ser nêzîkbûna rêkeftina bidawîanîna şer, Pentagonê lîsteyek ji armancên leşkerî yên nû di navxweyê Îranê de ji bo egerên destpêkirina gerekî nû yên êrîşan amade kiriye, lê belê dîtin û lêdana van armancan pir dijwartir e.

Li gorî raporta ajansa nûçeyan a "NBC News", CENTCOM mijûlî pêdaçûna banka armancan e, lê piraniya binkeyên mûşekî û sazî û dezgehên giring ên ku mane, di kûrahiya erdê de yan jî di nav tunelên binerd yên di dilê çiyayên asê de hatine veşartin. Vê yekê jî wisa kiriye ku lêdana wan hewcehî bi çekên taybet ên sengerşiken û plansaziya lojîstîkî ya pir aloztir hebe.

Hevdem, berevaniya esmanî ya Îranê li dorbera van cihan, metrsî hîn zêdetir kirine.

Berpirsên Amerîkayî dibêjin ku bankeke dewlemend ji armancan di destê wan de ye, lê lêdana van cure cihên stratejîk di navxweyê Îranê de, ji aliyê siyasî û leşkerî ve lîstikê diguhere û dibe ku herêmê ber bi şerekî berfirehtir û ji kontrolê derketî ve bibe. Ji ber vê yekê, fermandarên leşkerî yên Amerîkayî ragihandine ku lêdana van armancan plansaziyeke îtlaatiya pir hûrtir û hêzeke lojîstîkî ya mezin hewce ye.