Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û ev cejn wekî derfetekê ji bo nûkirina peymana yekîtî, xebat û berxwedanê di pêxema nirxên azadî û mafên me yên neteweyî de zanî.
Deqa peyamê wihaye:
Cejna Qurbanê, boneyeke olî û pîroz a misilmanan, li hemû xelkê bawermend ê Kurdistan û Îranê pîroz be.
Di vê boneyê de ku misilmanên cîhanê pêşwaziya vê cejnê dikin, civaka Îranê ji ber rewşa şer û şerxwaziyên Komara Îslamî ya Îranê di rewşeke dijwar û tevlîhev de ye, li seranserê Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya tepeserî, zîndan û îdamê dijwartir û zêdetir bûye. Di rewşeke weha de ez serê rêz û emegdariyê ji bo malbatên serbilind ên qurbanî û şehîdên van demên dawî yên di destê rejîma hov û sîdarê de ditewînim.
Em hêvîdar in ku bi herifîn û tunebûna Komara Îslamî û dûr ji her cûre tepeserî, sitemkarî û bêmafiyê, di welatekî azad û demokrat de ku tê de rêz li rûmet û azadiya bîrûbawer û mafên we tê girtin, hûn boneyên xwe yên olî û neteweyî bikin cejn û şahî. Bila ev cejn bibe fersendek ji bo nûkirina peymana yekîtî, xebat û berxwedanê di pêxema nirxên azadî û mafên me yên neteweyî de.
Dilê we tije hêvî û omîda serkeftinê be.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
25ê Gulana 2026an