Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lindsey Graham li derheq şerê digel rêjîma Îranê û peymana Îbrahîm axivî

09:25 - 28 Gulan 2026

Lindsey Graham, Senatorê payebilind ê Komarîxwaz bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku piştevanî li hewldanên Donald Tiramp bo dawîanîn bi şerê digel rêjîma Îranê bi rêya lihevkirinek rast û hertimî kir.

Navbirî tevî nîşandana baweriya xwe bi Donald Tiramp û kabîneya wî, îşare bi îradeya Serkomarê Amerîka bo berfirehtirkirina peymana Îbrahîm û aşîtîyê li navbera Îsraîl û Erebistanê kir.

Herwisa navbirî ragihand ku tevlîbûna Erebistanê bi peymana Îbrahîm, dê aşitiyek hertimî û Rojhilata Navînek nû li pey xwe bîne ku dikare Rojhilata Navîn bike bi navendeke bihêz a aborî neku enbareke barûtê be.

Donald Tiramp çendîn caran peymana Îbrahîm wek beşek ji bernameyeke berfireh bo dariştina jêopolîtîkek nû ya Rojhilata Navîn binav kiriye û roja Çarşemiyê 27ê Gulanê jî tekezî li ser tevlîbûna welatên deverê bi peymana Îbrahîm kir.

Donald Tiramp tevî tekezî li ser asayîkirina pêwendiya welatên deverê digel Îsraîl ragihand ku egera vê heye neçar bimîne wajokirina lihevkirina digel rêjîma Îranê, bi tevlîbûna wan welatan bi peymana Îbrahîm ve girê bide.