Berpirsekî pilebilind ê Amerîka ragehand ku, arteşa Amerîka êrîşeke esmaniye nû li navxweyê Îranê de encam daye û pêgehek serbazî kiriye amanc ku bi raya Waşingtinê metirsî bo ser hêzên Amerîka û keştîvaniya bazirganî li Tengava Hormozê de hebûye.
Wî berpirsê Amerîka ku nexwesitiye navê wî aşkera be, bi nûçegihaniya Roytêrzê ragehandiye ku, welatê wî çar dironên rejîma Îranê li derdora Tengava Hormozê xistine xiwar ku bibûne metirsî.
Navbirî aşkera kir ku amanca sereke a wan êrîşên esmanî, binkeyeke kontirolkirina bejayî a dironan li bajarê Benderebasê bûye ku mijûlê amadekarî bo şandina pêncemîn dironê bûye.
Ew êrîş ku dûyem êrîşên esmanî ên Amerîka di vê heftiyê de li kelekela agirbestek lerzok de ye, çend demjimêr piştî vê ku hatne kirin ku Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka, raporta Îranê hember bi rêkeftina nêzîk bo destpêkirina hatinûçûna li vê rêreva sitratejîk de ku ji aliyê Îran û Umanê ve bi hevbeşî tê birêvebirin, red kir.
Hêjayê gotinê ye ku, arteşa Amerîka roja Dûşemî çendîn êrîş li başûrê Îranê de encam dane û wekî pêngavek berevaniyê hatiye pênasekirin.