Spaha pasdaran ragehand ku li bersiva êrîşên Amerîka bo ser Benderebasê, binkeyek Amerîka kiriye amanc.
Spaha pasdaran cihê vê binka esmanî a Amerîka aşkera nekiriye, lê hevdem ligel wê êrîşê, arteşa Kuweytê li daxûyaniyekî bilez de ragehand ku sîstema berevaniya esmanî a wî welatê mijûlê bersivdana çendîn êrîşên mûşek û dironiya dujminkarane li esmanê wî welatî de kiriye.
Di vê daxûyaniyê de îşare bi vê hatiye kirin ku bi sedema têkşikandina wan mûşek û dironan ji aliyê berevaniya esmanî ve, dengê wan teqînan li Kuweytê hatine bihîstin,.
Rejîma Îranê hişyarî daye ku her cure dubarebûna êrîşên Amerîka, bersivek zêde tundtir wê jê bikeve û berpirsayetiya derencamê jî dixe sitûyê Amerîka.