Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka li kombûna kabîneya dewleta xwe de li roja Çarşemî, tekezî li ser hewcehiya vekişîn û vekirina destbicî a Tengava Hormozê kiriye û bi tundî gef li Omanê kir ku nabe fikrê ji kontirolkirina wê rêreva navdewletî bike.
Tiramp ragehand ku li gorî çarçeveya egera rêkeftin ligel Tehranê, Tengava Hormozê destbicî wê bê vekirin, lê li jêr kontirola ti welatekê de nabe, wî got, Em çavedêriyê dikin, lê kes kontirol nake, eva beşeke li danûstandinên me, ew dixwazin kontirol bikin, lê eva rêrevek navdewletiye û hewceye Oman jî wekî welatên din reftarê bike, eger ne em neçar in ji nav bibin.
Ev gotinên Tiramp piştî vê ku Televziyona fermî a Îranê raportek belav kir û têde ragehand, ku li gorî reşnivîsa jevtêgehiştina navbera Îran û Amerîka, birêvebirin û hatinûçûna keştiyan bi hevbeşiya di navbera Îran û Omanê de dibe, lê Koşka Sipî pêş gotinên Tiramp ew raport bi temamî red kir û bi nerast binav kir.
Herwisa Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Derve a Îranê got, ku her biryarek li ser Tengava Hormozê tenê peywendî bi Îran û Omanê ve heye û ti peywendiyek bi Amerîka ve nîne.