Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dibêje: Heke lihevhatin çênebe, em neçar in kar bi yêkcar tewaw bikin

10:25 - 28 Gulan 2026

Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîkayê, roja çarşemê 27'ê Gulanê di civîna kabîneya xwe ya li Koşka Spî de derbarê danûstandinên ligel Komara Îslamî de got: Tehran bi rastî dixwaze lihevhatinê bike, lê danûstandin hîna negihîştine encama dawî.

Tiramp di heman demê de tekez kir û got: Em ji rewşa heyî ya danûstandinan razî nînin, lê em ê razî bibin.»

Serokkomarê Amerîkayê bi balkişandina ser wê mijarê ku rêjîma Îranê di bin givaşeke giran de ye, got: Hêza wan a deryayî hatiye rûxandin, hêza wan a esmanî ji nav çûye û her tiştê wan ji dest çûye, ger lihevkirinê qebûl nekin dê çi bikin?

Tirump da zanîn ku Komara Îslamî di demekê de danûstandinan dike ku tiştek ji bo wan nemaye, yan lihevhatin pêk tê, yan jî em neçarin karî yekalî bikin.

Tiramp ligel balkişandina ser vê xalê ku aboriya Îranê di rewşa ketina azad de ye got: ku Tehran ji ber givaşên giran, tu bijardeyeke din ji bilî tevgerîna ber bi lihevhatinê ve nîne.

Daxuyaniyên Tiramp di demekê de tên dayîn ku wî çar rojan berê gotibû, derbarê lihevhatinekê de heta asteke zêde danûstandin hatine kirin û hûrgiliyên wê dê di demeke nêz de werin ragihandin.