Mêhrab Ebdullahzade, yek ji kesên ku di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” de li Urmiyê hatibû girtin, hat darvekirin, li gorî raporta Ajansa Mîzan, ku medyaya fermî ya desthilata dadweriyê ya Rejîma Îranê ye, sizaya darvekirina wî bi tohmeta “rolek di kuştina Ebass Fatemiye de” bi ser de hatibû sepandin û hat cîbicî kirin.
Mêhrab Ebdullahzade, welatiyê Kurd, di 30ê Rezbera 1401an rojî di dema xwepêşandanên giştî de, ji aliyê Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatbû girtin. Li gorî raporên hatinî belavkirin, ew bi dirêjahiya 38 rojan di girtîgehê de di bin lêpirsîn û îşkenê de bûye. navbirî di 29ê Xermanana 1403an a rojî de ji aliyê Dadgeha Şoreş ya rejîma Îranê li bajarê Urmiyê ve bi darvekirinê hat sizadan; ev siza paşê jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pejirandin. Lêbelê, hîn jî hûrgiliyên pêvajoya dadgehê, wekî hebûna parêzerê serbixwe an şertên wergirtina “îtirafan”, bi awayekî zelal nehatiye belavkirin.
Saziyên mafên mirovî berê ragihandibûn ku Mêhrab ji 8ê Banemera 1405an a rojî û piştî pevçûnek lefizî bi yek ji hêzên nava girtîgeha Urmiyê re, bi fermana serokê girtîgehê bo odeyên takekesî hatibû veguhastin.
Ebass Fatemiye, ku di dosiyeya Mêhrab de weke yek ji hêzên Besîc tê nasandin, endamê Gurdana Beytul-Muqeddes ya taya 24ê Nûşînşehrê bû û di dema tepeserkirina xwepêşandanên sala 1401an de hat kuştin.
Di rapora Ajansa Mîzan de, bêyî ku hûrgiliyên serbixwe yên yasayî bên diyarkirin, tenê bi “îtirafên” Mêhrab hatiye îşare kirin û hatiye îdîa kirin ku ew di dema pevçûnê de çend derib li Fatemiye xistiye.