Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê Başûrê Lubnanê kire devera şer û 550 pêgehên Hizbulahê bombebaran kirin

12:23 - 28 Gulan 2026

Arteşa Îsraîlê roja Çarşemî ragehand ku li destpêka vê heftiyê ve heya niha, nêzî 550 binke û pêgehên Hizbulaha Lubnanê li seranserê wî welatî de kirine amanc, ew êrîşên berfireh piştî vê tên ku Têlavîv hemû deverên Başûrê Rûbara Zehranî, ku dikeve 40 Kîlometriya Bakûrê sînorê Îsraîl û Lubnanê, wekî devera şer ragehand.

Arteşa Îsraîlê tenê li çend demjimêrên derbasbûyî de, fermana bicîhêlan û valakirina destbicî bo rûniştiyên bajarê Sor, kampên penaberan û deverên derdor derkirye û daxwaz ji welatiyan kiriye ber bi Bakûrê rûbarê Zehranî ve biçin.

Li gorî raportan, binkên serbazî, navendên Fermandehî û sekoyên avêtina mûşekên Hizbûlahê li dola Beqaiê û çendîn deverên Başûrê Lubnanê kirine amanc, Îsraîl Hizbulahê bi binpêkirin û şikandina berdewam a agirbestê û encamdana êrîşên dironî tometbar dike.

Di vê derheqê de, Eyal Zemîr, Fermandê Arteşa Îsraîlê tekezî kiriye ku êrîşên wan bo ser Hizbulahê tundtir dikin û dê dijmin tûşî xisarên giran bikin.

Li gorî ew rêkeftina agirbestê ku li Waşingtinê li navbera nûnerên Îsraîl û Lubnanê de hatibû wajo kirin, rê û maf bi Îsraîlê hatiye dayîn ku li dema hebûna gefa micid û dest bi cî de, kiryarên serbazî dijî Hizbulahê encam bide.