Serokê Komîsyona Ewlehî û Siyaseta Derve ya meclisa rêjîma Îranê, Îbrahîm Ezîzî ragihand ku welatê wî tu carî ji hêlên sor ên wekî mafê dewlemendkirina oranyomê, kontrolkirina Tengava Hormozê û mercê rakirina dorpêçên li ser Îranê paşvekêşiyê nake.
Ezîzî berê jî tekez kiribû ku çêkirina Korîdora Zengizorê ya ku Azerbaycanê di ser Ermenistanê re digihîne Nexçevan û Tirkiyeyê, ji ber ku sînorê Îran û Ermenistanê dibirre, ji bo wan hêleke sor e, lê piştre hêlên sore wan hatne binpêkirin û çi ji dest rêjîmê nehat. Her wî desthilatdarê rêjîmê ragîhandibû ku planek amade kiriye ku tê de xelata 50 milyon Euro diyarî kiriye ji bo her kesê ku Donald Tiramp bikuje.
Di heman demê de, Husên Şerîetmedarî, berpirsê rojnameya Keyhan a nêzî rêberê Îranê, daxwaz kir ku Tengava Hormozê bi temamî li ser keştiyên Amerîkayê û hevalbendên wê bête girtin. Şerîetmedarî diyar kir ku divê ev tengav daxistî bimîne heta ku hemû hêzên Amerîkayê ji herêmê derkevin û Tiramp ligel tîma xwe bête kuştin. Ev daxuyaniyên tund, aloziyên heyî ya li herêmê hîn zêdetir dijwar dikin û ti hiviyekê bo geheştina agirbestê û dawîpêanîna şer nahêle.
Tundajoyên nava rêjîma Îranê de hemî cehda xwe dikin ku ev şer û alozî her berdewam be û bi qazancê xwe dizanin.