Meysam Weysî û Mucteba Weysî, ku herduk bira bûn, du çalakvanên çandî yên peyrewên ola Yarsan, bi guleyên rasterast ên hêzên Spaha Pasdaran, hatne kuştin.
Meysam Weysî û Mucteba Weysî du birayên Kurd, ji çalakvanên naskirî yên çandî û medenî û ji peyrewên olaYarsan, piştî êrîşa hêzên Spaha Pasdaran bo ser cihê mana wan li bajarê Dalahoyê, bi derba guleyên rasterast ên van hêzan, hatin kuştin. Hevdem, çarenivîsa welatiyekî din ê bi navê Ferşad Hatemîpûr ku li wî cihî amade bûye, heta niha nediyar e.
Li gorî raportan, sibêdeha roja pêncşemê 7ê Cozerdana 1405an, hêzên Spaha Pasdaran cihê mayîna Meysam Weysî û birayê wî Mucteba li gundê Qela Kewş ê ser bi bajarê Dalaho li parêzgeha Kirmaşanê xiste bin dorpêçeke tam. Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, hêzên rejîmê bêyî agahdarkirina pêşwext ji çend aliyan ve gule bi ser wê male de reşandine ku ev du bira tê de bûne û di encamê de ev du bira li cihê bûyerê hatine kuştin.
Ev herdu birayên Yarsanî damezrînerên pirtûkxaneya Kurdî li bajarê Kirmaşanê bûn û di warên curbecur ên medenî de xwedî çalakiyên berçav bûn, herwisa rêkxistinkarê merasimên Newrozê yên Kirmaşanê bûn. Çend meh bûn ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di bin çavdêriyê de bûn û hewla girtina wan dihate dan.
Hêjayî gotinê ye ku ev herdu bira ji bilî çalakiyên medenî, ti çalakiyeke leşkerî encam nedane, lê belê şêwaza kuştina wan bi vî rengî bûye ku ji bilî terorê ti navekî din hilnagire.