Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna aliyên Kurdistanî di Meclîsa Neteweyî ya Firansê de

10:58 - 29 Gulan 2026

Roja pêncşemê 28ê Gulana 2026an, Kanî Cîhangîrî, nûnera Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Firansê, tevî nûnerên aliyên siyasî yên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, di Meclîsa Neteweyî ya Fransayê de ligel parlamenter Anna Pic û Dylan Boutiflat, sekreterê navneteweyî yê Partiya Sosyalîst civiyan.

Di civînê de, nûnera Hizba Demokrat bal kişand ser pêla serkutkirina Komara Îslamî li dijî çalakvanên Rojhilat, û êrîş û givaşên rêjîma Îranê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Aliyê Firansî jî pişgiriya xwe ji bo doza Kurd ragîhand û soz da ku di rêya destpêşxeriya parlamentoyî û dîplomatîk re, parastina mafên gelê Kurd û girtiyên siyasî bikin.

Di dawiyê de, nûnera Hizba Demokrat tekezî li ser lihevkirineke navneteweyî li dijî gefên li ser Rojhilatê Kurdistanê kir û nûnerên parçeyên din ên Kurdistanê jî di pêşkêşkirina raporên xwe de, bal kişandin ser hewcehiya yekdengiya gotara Kurdî di navendên cîhanî de.