Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Iraqê daxwaza hilweşandina komên çekdar û tevlîbûna wan nava saziyên fermî yên dewletê de kir

11:03 - 29 Gulan 2026

Serokwezîrê nû yê Iraqê, Elî El Zeydî, ji komên çekdar ên li wî welatî xwestiye ku pêvajoya tevlîbûnê di nava saziyên fermî yên dewletê de bişopînin û di çarçoveya pêkhateyên fermî de çalakiyan bikin.

Di beyannameya nivîsîngeha ragihandinê ya Serokwezîr de hatiye ku El Zeydî ji hemû komên çekdar xwestiye ku di nava saziyên fermî yên dewletê de werin tevlîkirin û li bin sîwana dewletê de kar bikin.

Ev helwest di demekê de tê ziman ku givaşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser hikûmeta Bexdayê ji bo sînordarkirina bandora komên çekdar ên girêdayî bi rêjîma Îranê berdewam in, ew komên ku li derveyî pêkhateya fermî ya artêşê çalakiyan dikin.

Di heman demê de, Muqteda Sedr, weke yêk ji biryarderên olî yê Şîe, ragihandiye ku koma çekdar a nêzîk bi wî ve, anku «Seraya Es-Selam», ji pêvajoya wî ya siyasî cuda bûye û pêvajoya tevlîbûna wê ya tam di nava pêkhateyên dewletê de di qonaxa cîbicîkirinê de ye.

Sedr di salên dawî de rexne li komên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê girtine û daxwaza bêçekkirina wan kiriye.