Endamekî Komîsyona Tendirûstî li meclîsa rejîma Îranê de, êitiraf bi kirîza kûr a dermanan kir û ragehand ku bi sedema lêkeftên şer û têçûya bilind a berhemanînê, xelk dibe di navbera dermanên giran yan nebûna dermanan de, yekê ji wan hilbijêr e.
Mihemed Cemalliyan, Endamê Komîsyona Tendirûstî a Meclîsê, roja Şemî 12ê Banemerê îşare bi vê kir ku piştî şerê wê dawiyê û biha bûna alavên despêkî, nirx dubare bilind bûne. Herwisa navbirî got ku, dibe di navbera bihatiya dermanan yan jî nebûna dermanan yekê ji wan hilbijêr in, bêguman hebûna dermanan bi nirxek zêdetir di vê rewşa niha a welat girîngtir e.
Navbirî di kombûnekê de ligel Wezîrê Tendirûstî a rejîmê, behsa vê kiriye ku dibe budceya hewce bo şirketên bîme dabûn bike heya bikarin beşek ji vê bargiraniyê kêm bikin, lê çavedêr dibêjin bi sedema kurtanîna budcê ve têçûyên serbazî ên rejîmê, ev soz tenê bo xapandina xelkê ye û di dawiyê de her welatiyên kêm dahatin ku baca siyasetên şerxwaziyên Komara Îslamî didin û dibe dermanan bi nirxek xeyalî bikirin yan ji ber nebûna dermanan canê xwe ji dest bidin.