Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîmê ji mangirtina giştî ya Kurdistanê; milîtarîzekirina Rojhilat û givaş li ser bazariyan

10:30 - 16 Îlon 2026

Hevdem digel çaremîn salvegera tevgera Jîna û banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê ji bo mangirtina giştî, Komara Îslamî ji bo astengkirina mangirtina giştî, pêlêke berfireh a givaş, girtin û militarîzekirina bajarên Kurdistanê destpê kiriye.

Li Seqizê, bajar bi tevahî hatiye militarize û ewlehî kirin û rêyên sereke bo nava bajar ji aliyê sedsn kesên çekdar ve tên kontrolkirin.

Herwisa di nava bajarê jî de, berpirsê esnafanê yê parêzgehê li fermandariyê civînek ji bo gef xwarin ji bazariyan pêk aniye. Herwisa, ji ber tirsa nerazîbûnên giştî rewşek gelek tund ya ewlahiyê bi ser bajar de sepandiye.

Li Şino, hêzên ewlehiyê dest bi girtina dukandaran kiriye û heta niha pênc welatî û bazarî, bi navên Soran Bayezîdî, Rehîm Erşedî, Reza Deyan, Ferxedîn Îbrahîmî û Qadir Emînî, hatine girtin û qedera wan heta niha nexuya ye.

Li Merîwanê, rejîm hêzeke zêde şandiye nava bajar û li jêr Banka Mîllî, li Meydana Cihadê, cihgîr kirine. Di heman demê de, givaşek zêde xistine ser dukandaran da ku bazar û dukanên xwe vekin.

Li Bokanê, rejîm ji bo afirandina dîmeneke derewîn a asayî bûna bajar, biryara vekirina firoşgahên mezin bi daşikandinan ve daye.

Li Mehabadê jî hêzeke mezin a yêkeyên taybet ji Tehranê ve hatiye veguhastin û li navenda bajarê belav kirine û rewşeke ewlehiyê li ser bajarê de sepandine.