(Ev zaniyariyane dê bê nûkirin)
Îro, Çarşemî 25ê Xermananê, xelkê Kurdistanê li bo pêşwazîkirin li banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, tevlî mangirtinê bûn û bi girtina dukan û bazaran, dest bi mangirtina giştî kirin.
Li gorî zanyariyan ku heta niha gihîştine beşa nûçeyan a Navenda Ragihandinê ya PDKÎ, tevî berdewambûna mangirtinê li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê heta dema amadekirina vê nûçê, parêzgeha Urmiyê jî tevî hebûna rewşek ewlehî li bajarên wekî Urmiyê û bi diyarêkirî li taxên weke Îslamabad û Şehirek Şahid, û hin beşên bazara Şumalî û Qehwe’qebaxî û herwisa bajarê Mako yê jî tevlî mangirtinê bûne.
Herwisa pêka hin zaniyariyan ku gehiştine beşa nûçeyan a Navenda Ragihandinê ya PDKÎ, welatiyan ragihandiye ku hêzên rejîmê îro û rojên derbbasbûyî gef ji welatiyan kirine ku di egera daxistinna dukan û bazaran wan, dê dukanên wan bên pulumpkirin.