Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Jînayê li 4mîn salvegera şehîdbûna vê de peyamek belav kir

13:08 - 16 Îlon 2026

“Mujgan Iftixarî”, dayîka Şehîd “Jîna Emînî”, hevdem digel 4emîn salvegera şehîdbûna keça xwe, peyamek li torên civakî de belav kir û yada vê bi bilind ragirt û tevî binavkirina keça xwe bi nûra du çavan û Jînaya ronîderê cîhanê, nivîsandiye ku 21 salan bo vê daykinî kiriye û 4 sal e ku yad û navê keça vê, her wek himbêzek gerim, aramiyê dide vê.

Dayîka Şehîd Jînayê li beşeke vê nivîsê de tevî îşarekirin bi jana nebûna keça xwe nivîsand: “Min yek carê tu anî cihanê û yek car ji jana hertimiya nebûna te ji dayîk bûm”.

“Mojgan Iftixarî” tevî tekezî li ser pêgeh û bandora navê Jînayê nivîsand ku jidayîkbûna vê wateyek û çona vê hezar wate bi cih hiştine.

Herwisa “Mujgan Iftixarî”yê li dawiya peyama xwe de tevî îşarekirin bi hêviya rohnbûna rastiyan nivîsand: “Qehermana min, ez bawer im bi rojekê ku dilê dayîkan bi nûra rastiyan geş bibe da ku tevaviya şevên me roh bibin”.