Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dest bi ser darayîya veşartî a fermandarên Spaha Pasdaran li derveyî welat tê girtin

09:41 - 1 Gulan 2026

Wezîrê Xezînedariya hikûmeta Trump ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê serwet û darayîya şexsî yên fermandar û rayedarên payebilind ên Spaha Pasdaran yên ku li derveyî welat hatine veşartin, nas bike û dest bi ser de bigre; ji hesab û malî ya bankî ve bigire heta vîllayên bihagiran yên li başûrê Fransayê.

Ev gav beşek ji siyaseta "givaşa herî zêde" ya aborî û dorpêça darayî ya li dijî torên girêdayî bi Komara Îslamî ye; siyasetek ku li ser şopandina darayîya veşartî, lêdana li "bankdariya sîber" sînordarkirina gihîştina bi Remzerz, kontrolkirina neftkêşên veşartî, rêgirtin li kirîna çekan û qutkirina rêyên hinardekirina nefta Komara Îslamî hûr dibe.

Armanca vê siasetê girtina rêyên dora-lêdana dorpêçan û givaşa rasterast li ser hêz û dewlemendiyê yên di nav pêkhateya Spaha Pasdaran de ye; heman tora ku bi salan e bi talankirina çavkaniyên xelkê Îranê, sermayeyên mezin derbasî derve kirine û di nav ewlehiya darayî de jiyane.