Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sîdniyê korek rêzgirtin ji şehîdên wê dawiyê yên hizbên rojhelat birêve çû

11:21 - 3 Gulan 2026

Roja Şemî, 12ê Banemera 1405an, bi destpêşxeriya rêkxistina, Komeleya Kurdî a Ustiraliya, korek bo bîranîn û rêzgirtin ji şehîdên wê dawiyê yên hizbên siyasî ên rojhelatê Kurdistanê li bajarê Sîdnî birêve çû.

Ew şehîdane li encama êrîşên Komara Îslamî a Îranê bo ser binke û baregehên hizbên rojhelatê Kurdistanê, şehîd bûn.

Di vê rêûresmê de ku bi sirûda netewî a Ey reqîb û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdan destpê kir, hejmareke berçav li endam û alîgirên hizbên rojhelat, Rewenda Kurdî li her çar beşên Kurdistanê û nûnerên aliyên siyasî beşdar bûn.

Di vê korê de nûnerên çendîn hizb û rêkxirawan beşdar bûn ji wan, Partiya Demokrata Kurdistan (taya Sîdnî), Yeketiya Nîştimanî a Kurdistan (Taya Sîdnî), Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Komele (Hizba Komonîsta Îranê), Hizba Elehwaz, û Komeleya Kurdî a Ustiraliya.

Piştî bixêrhatinkirina mêhvanan ji aliyê Komeleya Kurdî ve, gutara hevpeymaniya hizbên Rojhelatê Kurdistanê ji aliyê kek Smaîl Encîrî berpirsê komîteya hizba Demokrat li Sîdnî hate xwendin, piştre nûnerên Komele, Yeketiya Nîştimanî, hizba Elehwaz û partiya Demokrat li gutarên xwe de tevî şermezarkirina cinayetên Komara Îslamî,tekezî li ser yekgirtî bûn û domkirina rêbaza şehîdan kirin.

Di beşeke din de, helbestvanê nîştimanperwer kek Hamîd Xanzerza, çendîn parçe helbestên hemasî û netewî pêşkeşê kirin, herwisa hunermend Seyd Resûl Xefûrnijad, bi pêşkeşkirina çendîn sirûdên şoreşgerî, reng û rûyek şorişgêrane bi vê korê bexşî.