Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tomarkirina Rekoreke Dîrokî di Bazara dirav de, Dolar Gihîşt 190 Hezar Tumanî

11:26 - 3 Gulan 2026

Li gorî agahiyên malperên zêr û dirav, îro nirxa dolar di bazara azad li Iranê de gihîşte 190 hezar tumanî û rekoreke nû ya dîrokî tomar kir. Di heman demê de, nirxa Yoro “Eru” gihîşt 223 hezar tumanî û poundê Brîtanyayê jî gihîşt 258 hezar tumanî.

Di bazara zêr de jî guhertinên mezin çêbûn, Her gramek zêrê 18 eyar: 20 mîlyon û 800 hezar tuman. Tewaw Sikayê Zêr geheşte zêdetirî 212 mîlyon tuman.

Nirxê dolar li gorî hefteya borî (ku 155 hezar û 800 tuman bû) nêzîkî 22% zêde bûye. Li dema şerê 12 roje ve heta niha nirxa dolarî zêdetirî %102 heta %104bilind bûye; yanî du qat zêde bûye.

Herwiha, dolar li gorî roja sondxwarina Donald Trump di Rêbendana 2025an de (ku 80 hezar û 880 tuman bû), nêzîkî 135% zêdebûnê nîşan dide.

Ev pêla giranbûnê di bazara dirav û zêr de di demekê de ye ku aboriya Iranê di bin bandora giran a şer, tundkirina dorpêçan û nediyariya paşeroja danûstandinan de ye.