Gholam-Hossein Mohseni Ejei rû bi rexnegirên bidarvekirinê got: «Hûn kî ne ku vî zimanî bi kar tînin?» «Hûn şaş dikin (xelet dikin) ku dibêjin girtiyan îdam nekin.»
Ejei îdam û serkutkirin wekî «daxwaza rewa ya gel» nîşan da û îdia kir ku dezgeha dadwerî ya Komara Îslamî di dadigehîkirin û cezadana kesên ku ew wan wekî «sûcdar» bi nav dike de, nabe sistiyê bike.
Ev gefane di demekê de tê kirin ku Mai Sato, Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî di karûbarên mafên mirov ên Îranê de, û Volker Türk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirov ê Neteweyên Yekbûyî, daxwaza rawestandina bidarvekirinan, azadkirina girtiyên xweserane, vegerandina gihîştina xelkê bi înterneta cîhanî û berçavgirtina aliyê kêm a dadperweriyê kirine.
Lê bersiva dezgeha dadwerî ya Komara Îslamî ne paşvekêşîn, belkî gef bû. Ejei bi heman edebiyata herdemî ya dezgeha tepeserkar nîşan da ku ji bidarvekirin bo vê sîstemê, ne pêkanîna dadperweriyê ye, belkî amûra çêkirina tirsê, kontrolkirina civakê û bêdengkirina dengê nerazîbûnê ye.