Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîl ragîhand: Renge em neçar bin bi wan zûkatiyan êrîşê bikne ser Îranê

09:45 - 1 Gulan 2026

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê “Katz” dibêje ku Îsraîl piştgiriyê dide hewildanên dîplomatîk ên niha yên Amerîkayê yên bi Îranê re, lê hişyarî da ku dibe ku «di demeke nêz de em neçar bin careke din çalakiyan leşkerî bikin» ji bo ji holê rakirina «gefên heyî» yên ji aliyê Îranê ve.

Îranê di sala borî de derbên pir giran xwarine, derbên ku ew di her warî de bi salan paşve xistiye.

Serok Trump, bi hevahengiya Serokwezîr Benjamin Netenyahu, rêberiya hewildana temamkirina armancên vê kempînê dikin, bi awayekî ku piştrast bibe Îran ji bo nifşên pêşerojê êdî nabe gefek li ser hebûna Îsraîlê, Dewletên Yekbûyî û cîhana azad.

Em piştgiriyê didin vê hewildanê û piştgiriya hewce dabîn dikin, lê dibe ku di demeke nêz de em neçar bimînin careke din tevbigerin da ku piştrast bin ku em geheştine armanca xwe.