Berpirsên bilind ên Amerîkayê roja Duşemê ragihandin ku Waşington ji her demê zêdetir nêzîk bûye ji destpêkirina operasyona şerê mezin li dijî Komara Îslamî ya Îranê.
Li gorî rapora “Fox News”, ev nirxandin piştî wê tê ku Tehran di 24 demjimêrên borî de bi teqe kirin ji keştiyên Amerîkayê û bi êrîşên mûşekî û droneyî li dijî Îmaretan, agirbesteke nefermî ya herêmê şikand.
Îmaretê ragihand ku zêdetirî 12 mûşek û dronên Îranî ber bi welatê wan ve hatine avêtin; herwisa êrîşek droneyî li ser saziyekê neftê hate kirin, bûye sedema birîndarbûna sê welatîyên Hindî.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku şeş belêmên Îranî nuqim kirine ku êrîş kiribûne ser keştiyên bazirganî.
Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê dibêjin pasewanîkirina her keştiyekê bi tena karekî “nekarame” ye, ji ber vê yekê wan stratejîya “çetrê parastinê” girtine ber.
Ev bi manaya avakirina şêweyek parastina bihêze bi rêya hêza asmanî, deryayî û sistemên çavdêriyê yên pêşkeftî ye ku hemû herêmê digire.
Ev aloziyane di demekê de tên ku Donald Trump “Pirojeya Azadî” ji bo vekirina hatûçûyê li Tengava Hormozê dest pê kiriye.
Herwisa artêşa Amerîkayê ragihand ku hêzên wan dîsa pir çek kirine û di asta bilind a amadebaşiyê de ne ji bo weşandina gurzên giran û vê yêka dever ji şer şereke nêzîk kiriye.