Firîdirîk Mêtrîs serokê bilind ê Alman, şeva duşemî 14ê Banemehrê, êrişên mûşekî û dronî yên rejîma Îranê li ser axa Îmaretê bi tundî şermezar kir.
Mêtrîs di peyamekê de ji Tehranê xwest ku vegere ser maseya danûstandinan û bal kişand ser wê yekê ku Komara Îslamî divê herêm û cîhanê ji bo gihîştina armancên xwe neke rehîn.
Wî di hesabê xwe ya fermî de li ser tora civakî ya “X” ragihand ku welatê wî di vê rewşê de piştgirî û hevsozê xelkê Îmaretê û hevalbendên Berlînê li herêmê ye.
Mêtrîs herwisa amaje kir ku pêdivî ye dorpêça li ser tengava Hormozê bê rakirin û rê ji destgihîştina Îranê bi çeka navikî bê girtin; di heman demê de jî wî tekezî kir ku tu curî gef an êrîşên din li dijî hevpeymanên wan ên herêmî nayê qebûlkirin.
Ev helwesta Alman di demekê de tê ku Wezareta Berevaniya Îmaretê ragihand ku sîstema berevaniyê ya wî welatî 12 mûşekên balîstîk, 3 mûşekên kruz û 4 dron berî evê ku bigihîjin armancê şikandine.