Trump, serokkomarê Amerîka, di hevpeyvînekê de bi medyayê “Selem News” re ragihand ku ji ber tijîbûna şiyana enbarkirin û astengkirina hinardekirina neftê, bîrên neftê yên Îranê gihîştine astekî metirsîdar û eger heye ku bi awayekî xwezayî biteqin.
Di demekê de ku artêşa Amerîka dorpêça li ser bendêrên Îranê daniye, Komara Îslamî neçar bûye ku nefta xwe enbar û kom bike.
Trump got: “Ew di pirisgirêkên mezin de ne û nizanin çi bikin; bîrên wan bê destwerdana derveyî dê bi xwe biteqin.
Serokkomarê Amerîka careke din hişdariyek tund da Tehranê û got ku eger tengava Hormozê venekin, dê rastî paşhatan bên, û renge êrişê bikke ser wêstgehên beriq û pirên stratejîk ên wan. Waşington bi nîyeta domandina dorpêça deryayî ye, heta ku Îran şertên Amerîkayê ji bo rêkeftinek nû qebûl bike.