Serokê Meclîsa rêjîma Îranê di daxuyaniyên xwe yên nû de derbarê alozîyên li Tengava Hormozê, behsa nerazîbûna Washingtonê ji rewşa heyî kir û hişyarî da ku Tehranê hîn çalakiya xwe ya micid dest pê nekiriye.
Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa rêjîma Îranê û yek ji kesayetên sereke di danûstandinan de, ragihand ku rewşa niha ya li Tengava Hormozê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "nayê tehemulkirin" e.
Wî di peyamekê de li ser tora civakî ya X weha nivîsand:
"Em baş dizanin ku berdewamiya rewşa heyî ji bo Amerîkayê nayê tehemulkirin; di demekê de ku hêşta me çalakiyên xwe dest pê nekirine."
Qalîbaf herwesa çalakiyên Amerîka û hevalbendên wê wekî sedema gef û metirsiya li ser ewlehiya keştivaniyê ya li herêmê nîşan da û îdîa kir ku di pêşerojê de hebûna wan li herêmê wê kêm bibe.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku alozî li Tengava Hurmizê berdewam dikin û ev derbasgeha stratejîk bûye yek ji xalên sereke yên rûbirûbûna navbera Tehran û Washingtonê.