Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsralê ji ber alozîyên vê dawiyê li Kendavê, asta amadebaşiya xwe zêdetir kir

11:54 - 5 Gulan 2026

Berpirsêkî leşkerî yê Îsraêlê ragihand ku artêşa welatê wî ji ber peveçûn û alozîyên dawî li devera kendavê, di amadebûnek tam de ye û bi hişiyarî guherînên herêmê dişopîne û kontirol dike.

Li gorî rapora nûçegihaniya Firansê ev berpirsê leşkerî roja duşemê 14ê Banemerê ragihand piştî ku fermandeyê CENTCOM ragihand ku şeş keştiyên Îranî hatine têkşikandin û çend mûşek hatine teqandin, hêzên berevaniya Îsraêlê asta amadebaşiya xwe zêdetir kirine.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye ku sîstema berevaniya asmanî û şiyana êrişê ya vî welatê di “bilindtirîn asta amadebaşiyê” deye.

Ev helwest di demekê de tê ku alozî li deverên Kendavê û tengava Hormozê didome û metirsiya berfireh bûna şer zêdetir dibe.