Ev saziyeke serbixwe ya ku rewşa înternetê li cîhanê dişopîne, roja 15ê Banemerê ragihand ku qutbûna înternetê li Iranê gihîştiye roja 67an û demjimêrên vê sînordarkirina dîcîtal derbasî 1584 demjimêran bûne.
NetBlocks amaje kir ku sînordarkirina dîcîtal ji aliyê Komara Îslamî ve“perdeyek bêdengî” kêşandiye ser zêdebûna darvekirinan li Îranê de.
Vê saziyê ragîhand ku ev kiryare ji aliyê rejîma Îranê ve bi armanca veşartina rastiyan û bêparkirina qurbaniyan ji mafê gehandina dengê wan tê kirin, da ku bi vî awayî rê li lipeyketinên saziyên navneteweyî û lêpirsîn ji berpirs û encamderên wan tawanan bên kirin.