Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şermezarkirina navneteweyî ya berfireh li dijî êrîşên Îranê yên ser Îmaratê

14:45 - 5 Gulan 2026

Şehbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê ragihand ku welatê wî êrîşa rêjîma Îranê ya ser binesaziyên sivîl ên Îmaratê "bi tundî" şermezar dike.

Serokwezîrê Pakistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Îmaratê nîşan da û tekez kir ku Pakistan di vê dema dijwar de, li kêleka gel û dewleta Îmaratê de ye.

Serokwezîrê Brîtanyayê jî daxwaza kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn kir. Wî dema ku êrîşên mûşekî û dironî ên Îranê bo ser Îmaratê şermezar kirin, tekez kir ku divê pêvajoya zêdebûna pevçûnan bê rawestandin.

Starmer ji Îranê xwest ku bi rengekî cidî bikeve nav danûstandinan da ku agirbest li herêmê mayînde bibe û çareseriyeke dîplomatîk a demdirêj pêk were.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de êrîşa Îranê şermezar kir û nîgeraniya xwe ya ji ber xirabbûna rewşa leşkerî nîşan da û tekezî li ser pêwîstiya kêmkirina aloziyan kir. Riyazê herwesa piştgiriya xwe ji bo hewildanên dîplomatîk ên ji bo gihîştina bi çareseriyeke siyasî di şer de diyar kir.

Hikûmeta Kanadayê jî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên ser Îmaratê bi tundî şermezar kir. Kanada daxwaza kêmkirina alozî li herêmê kir.

Yekîtiya Ewropayê û bi cuda jî Firanse û Alman êrîşa Îranê bo ser Îmaratê şermezar kir.

Wezareta Parastinê ya Îmaratê roja Duşemê 14ê Gulanê ragihand ku berevaniya wan 12 mûşekên balîstîk, 3 mûşekên kruz û 4 dron xistine û jinavbirine.