Pete Hegseth, Wezîrê Şer yê Amerîka, got ku em bawer in ji bo berdewamkirina şerê li dijî Îranê hikûmeta me hewcehî bi wergirtina îzna Kongrê nîne; ji ber ku li gorî gotina wî, heyamê yasayî ji ber agirbestê heyî "hatiye rawestandin".
Hegseth ev daxuyanî di rûniştina bersivdana pirsên endamên Komîteya Xizmetên Hêzên Çekdar a Sina ya Amerîkayê de dan.
Senatorê Demokrat Tim Kaine derbarê bidawîbûna maweyê qanûnî yê 60 rojî yê hikûmetê ji bo berdewamkirina şerê li dijî Îranê pirs ji Wezîrê şer kir. Pete Hegseth got: "Em niha di agirbestê de ne û têgihiştina me ev e ku heyamê 60 rojî di dema agirbestê de disekine."
Senator Kaine ev nêrîn red kir û got: "Bidawîbûna heyamê 60 rojî dê ji bo hikûmetê pirseke hiqûqî ya bi rastî girîng bîne pêş."
Li gorî Qanûna Desthilatên Şer, Serokê Amerîkayê 60 roj wextê heye ku Kongreyê derbarê bikaranîna hêza leşkerî agahdar bike û piştî wê, divê an operasyona leşkerî bide rawestandin an jî ji bo berdewamkirina şer destûr û îznê ji Kongreyê bixwaze.
Heyamê 60 rojî yê hikûmeta Donald Trump ji bo şerê li dijî Îranê, roja înê bi dawî dibe.