Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 517 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêt- Li jê nave “Mistefa Hicrî: Rejîm Gihîştiye Binbestê û Nikare Vegere Rewşa Beriya Şer” hatiye weşandin.
Rûpela 2 – Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li derheq Sêdarêdana «Yequb Kerîmpûr» û «Nasir Bekirzade», herwisa gotara li jêr nave “Di nava beraşê şerê Amerîka û Tehranê de kî çarenûsa Kurd diyarî dike?” ji nivîsa Şemal Terxîbî, hatine weşandin.
Rûpela 3 - de, deqa Peyama Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê bi helkefta 12ê Banemerê.” hatine weşandin.
Rûpela 4 – Gotara - Bêdengiyek ku bêhna hilweşînê dide, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpelên 5 û 6 hatine terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Komara Îslamî; Şikest di stratejiyê de, reviyana ber bi pêş ve di taktîkê de” ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 7 ê de gotara - Îran nikare Îsraîlê lê ji bo razîkirina alîgirên xwe êrîşê dike ser sivîlên Başûrê Kurdistanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a hejmara 517 ê a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel siyasetvan Ebdulezîz Qasim, li ser derencamên şerê di navbera Îran û Amerîkayê encam daye.
Rûpela 9 - Du Gotara li jêr navên– “Dadperwerî di qesabxanê de û ber devê kêrê” ji nivîsa Serbest Urmiye, û herwisa gotara - Serdana Mistefa Hicrî bo Parlamentoya Ewropayê, ji nivîsa Nasike Nesîrî, hatine weşandin.
Rûpela 10 –Gotara - jîyan di navbera Tirs, bindestî û hêvîya Azadiyê de, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 517 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Dengên ku nehatin bihîstin – Hêviyên ku bûn hesret”, ku li derbarê bidarvekirina 3 girtiyên siyasî ye, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.