Mayk Walltiz, Balyozê Amerîka li neteweyên Yekgirtî, ragehand ku Doland Tiremp bi sepandina dorpêça deryayî, hevkêşeya gevriya Hormozê beravajî kiriye û rejîma Îranê xistiye di rewşeke xirap de.
Walltiz, tekezî kir ku Komara Îramî bi sedema daketina bihaya tûmen, nemana paşkefta pereyê biyanî û ji kar keftina hinardeya neftê, niha bi neçariyî cehda rekeftinê dide.
Li gorî gotina Walltiz, Tehran giheştiye astekê ku şiyana dabînkirina hiqûqê mehane a hêzên serbazî ên fermanberên dewletê jî nemaye.
Hevdem Wezareta Derve a Amerîka bi hevkariya welatên Kendavê, reşnivîsa biryarnameyekî bo Civata Ewlehiya Rêkxistina Netewên Yêkbûyî amade kiriye ku daxwaza parastina azadiya keştîvanî û gefa sizaya zêdetir ji Tehranê dike.
Balyozê Amerîka herwisa beşdariya Komara Îslamî li Komîsyona Mafê Mirov bi şermezarî binav kir û tekezî kir ku rejîm nikare bi têkdana ewlehiya deryayî û wergirtina bacê li keştiyan, bersiva qeyranên navdewletî bide.