Wezareta Karên Derve ya Amerîka roja Sêşemê 15ê Banemerê ragihand ku bi fermana Donald Trump, Waşîngton bi hevkariya Behrêyn û hevbeşên xwe yên li Kendavê, reşnivîsa biryarnameyek bo Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî amade kiriye.
Ev biryarname bi armanca parastina azadiya keştîvaniyê di tengava Hormozê de hatiye darijandin û welatên Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt û Qeber tê de beşdar in.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hatiye ku rêjîma Komara Îslamî bi hewlên xwe yên ji bo daxistina Gevriya Hormozê, danîna mînan di deryayê de û daxwazkirina bacê ji keştiyên bazirganî, aboriya cîhanê wekî rehîn girtiye.
Reşnivîsa wê biryarnameyê Tehranê neçar dike ku demûdest êrîş, mînrijandin û wergirtina bacê rawestîne; herwisa daxwaz dike ku cih û hejmara wan mînên ku danîne nava avên navdewletî de, eşkere bike.
Amerîka û hevpeymanên wê di vê biryarnameyê de gefa zêdekirina cezayan kirine, heke Tehran wan daxwazan qebûl neke.
Waşîngton hivîdar e ku di rojên pêş de ev biryarname bê dengdan û piştevaniyeke berfireh a navdewletî bi dest bixe, da ku rêreweke mirovî ji bo hatûçûna keştiyan di Gevriya Hormozê de bê vekirin.