Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Derve a Amerîka ragehand ku Waşîngton bendê ye ku Serokwezîrê nû ye Îraqê pêngavek bi kiryarî pavêje, bo vê ku damezravên dewletî li jêr givaşên hejmûniya girûpên çekdar ên nizîk li Îranê derxîne.
Waşîngton hoşdariyê dide ku bi bê birîna hiqûq û budceya wan mîlîşan, hevkariya darayî û ewlehî bo Îraqê dest pê naike.
Wî berpirsê Amerîkî îşare bi vê kiri ku hewceye dewleta nû a Bexdayê, wan girûpan ku bi, Mîlîşên Terorîst, bi nav kirine, li nav demûdezgehên dewletê de derêxe, çimkî di niha de sînoreke nezelal di nav dewlet û wan girûpan de heye.
Ev givaş di demekê de ne ku hevpeymaniya desthilatdar li Îraqê, Elî Zeyîdî, wekî berbijêrê Serokwezîran destnîşan kirin û Donald Tiremp jî piştevanî jê kiriye.
Herwisa behsa vê kir ku li dema destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîl digel Îranê, pitir li 600 êrîş bo ser berjewendiyên Amerîka li Îraqê hatine kirin, lê êrîş li naverasta Îraqê de bi sedema agirbestê ve hatine kêm kirin, lê Amerîka nîgerane ji vê ku êrîşên Îranê bo ser Herîma Kurdistanê heya niha jî berdewam in.
Hêjayê gotinê ye ku, Waşîngton berê wekî bertek, şandina Dolar û beşek li hevkariyên serbazî bo Îraqê ragirtine.