Li New Yorkê, di 11mîn Konferansa Çavdêriya Peymana Belavnebûna Çekên Etomî (NPT) de, nûnerên gelek welatan bernameya etomî ya Îranê şermezar kirin û tekez kirin ku divê Tehran qet nebe xwedî çekên etomî.
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku binpêkirinên Îranê di 6 salên dawî de krîzeke kûr a ewlehiyê li herêmê çêkiriye. Herwisa nûnerê Alman jî bal kişand ser wê yekê ku Îran kite welatê endamê NPT-yê ye ku oranyûmê bi asteke pir bilind dewlemend dike, ku ev yek ji bo armancên sivîl nayê qebûlkirin. Welatên wekî Îrlend, Fînlend, Bêljîk, Siwîd, Kanada û Ustiraliya jî daxwaz kirin ku Îran vegere ser soz û peymanên xwe û bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Etomî re hevkariyê bike.
Li aliyê din, li gorî nûçeya Reutersê, nirxandinên îstîxbarata Amerîkayê nîşan didin ku tevî êrîşên dawî yên li ser hinek binkên Etomî, wekî Netenz û Esfehanê, berbipêşdaçuna etomî ya Îranê zêde neguheriye. Hat ragihandin ku Îran ji bo geheştina çeka etomî, hîn jî nêzî 9 meh heta salekê dem pêdivî ye. Karbidestan destnîşan kir ku tenê zirar gihandina avahiyan bes nîne û ji bo rawestandina vê bernameyê, divê oranyûma veşartî bête ji nav birin.