Komîteya Mafên Mirovan a Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, raporta xwe ya meha Nîsanê derbarê rewşa mafên mirovan û pêla nû ya tepeserkirinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve belav kir.
Li gorî vê raportê, di vê mehê de pêleke berfireh a girtinên xweser û cezayê darvekirinê bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê li girtiye ber xwe.
Di meha borî de, herî kêm 20 welatiyên Kurd li bajarên cuda bi tohmetên cuda ji aliyê navendên ewlehiyê ve hatine girtin. Raport balê dikişîne ser wê yekê ku cezayê darvekirinê li ser 10 welatiyên Kurd hatine birîn. Tenê di nava çend rojan de, 3 ciwanên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatine darvekirin.
Nasir Bekrzade û Yeqûb Kerîmîpûr di 2'yê Gulanê de, û Mîhrab Ebdulahzade di 4'ê Gulanê de hatine darvekirin; ev di demekê de ye ku ji mafê parêzer û dîtina malbatên xwe bêpar mane.
Komîteya Mafên Mirovan a Ciwanan tekez dike ku ev amar di demekê de hatine tomarkirin ku xeta înternetê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye birîn û peywendî pir zehmet bûne. Ev navend nîgeraniya xwe ya kûr li hember destpêkirina pêla nû ya darvekirin, girtin û sansura tund a agahiyan ji aliyê Komara Îslamî ve radigihîne.