Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di agirpêketina bi Pasajekî bazirganî de li Şehriyarê 11 kes mirin û 40 kes birîndar bûn

14:16 - 6 Gulan 2026

Berpirsên hewarçûnê li Îranê ragihandin ku ji ber agirpêketineke mezin di pasajekî bazirganî ya bi navê "Erxewan" de li navçeya Şehriyar a ser bi parêzgeha Tehranê, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 kesên din jî bi sedema şewitînê birîndar bûne.

Ev agira ku êvara roja Sêşemê qewimî, ji ber sedemên alavên bikarhatî anku kevin li wê bînayê de çêbûye, bi lez belav bû û hemû qatên wê bazarê girt û xisarekî mezin gîhandê.

Di vê avahiyê de zêdetirî 250 yekeyên bazirganî anku dukan, çendîn holên werzîşê û 50 yekeyên îdarî hebûn, ku ji ber vê bûyerê ziyaneke mezin a madî û canî gihiştiye wan.

Heta niha sedema sereke ya wê agirpêketin û naskirina kesên ku di vê karesatê de sebebkar in, nehatiye ronîkirin.