Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Ji Bo Bidawîkirina Şer û Vekirina Tengava Hormozê Planekê Pêşniyar Dike

14:17 - 6 Gulan 2026

Li gorî raporteke malpera "Axios", Amerîka pêşniyareke yek-rûpelî amade kiriye ku armanca wê bidawîkirina şerê li herêmê û vekirina Tengava Hormozê ye. Amerîka li bendê ye ku rêjîma Komara Îslamî ya Îranê di nava 48 demjimêran de bersiva çend xalên sereke yên vê pêşniyarê bide.

Li gorî vê planê, Îran dê pabendî rawestandina dewlemendkirina oranyûmê bibe û di berdêla wê de, cezayên li ser Tehranê dê werin rakirin û bi milyaran dolarên wê yên blokekirî werin azadkirin. Ev lihevkirin dê bibe destpêka pêvajoyeke 30 rojî ya danûstandinan li Îslamabad an Jinêvê, da ku peymaneke berfireh li ser sînorê bernameya etomî û asayîkirina hatûçûna deryayî were wajokirin.

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Çînî re li Pekînê ragihand ku Tehran dê tenê peymaneke "dadperwer û giştgir" qebûl bike. Eraqçî tekez kir ku ew ê di danûstandinan de ji bo parastina berjewendiyên xwe yên rewa tawîzan nedin. Ev yêka di demekê de ne ku Donald Trump behsa rawestandina operasyonên leşkerî yên ji bo parastina keştiyan li Tengava Hurmizê kiribû.