Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî û saziyên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dronî yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê rawestin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş hewildaneke ji bo veşartina şikestinên siyasî û leşkerî yên rejîmê ye.
Hevpeymaniyê bal kişand ser sê xalên sereke:
Şerê heyî ne şerê gelên Îranê ye, belkî encama siyaseta zêdegavî û piştgiriya terorê ya rejîma Tehranê ye ku xelkê Îranê wekî rehîn girtiye.
Komara Îslamî ji destpêka vê qonaxê ve zêdetirî 700 caran serweriya xaka Iraqê binpê kiriye. Di encama 150 êrîşên rasterast ên li ser kampên penaberên siyasî de, 21 kes şehîd bûne ku 10 ji wan endamên Hizbên di vê hevpeymaniyê de ne. Ev kiryar wekî "cinayeta şer" û binpêkirina "Konvansiyona Jinêvê" tê hisab.
Bang li kurdên derveyî welat hatiye kirin ku li ber balyozxaneyan dengê berxwedanê bilind bikin.
Hevpeymaniyê di dawiya daxuyaniya xwe de ragîhandiye ku ev êrîş îradeya wan naşkînin, belkî baweriya wan a ji bo sernixûnkirina rejîmê û rizgariya Kurdistanê hîn bi hêztir dikin.