Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nava beraşê şerê Amerîka û Tehranê de kî çarenûsa Kurd diyarî dike?

15:50 - 6 Gulan 2026

N. Şemal Terxîbî

 

Bi dirêjahiya dîroka mirovahiyê, her şerek bi «biryarekê» dest pê kiriye û bi «guhertina biryarekê» jî bi dawî bûye. Ev eslê bingehîn derbarê şerê niha yê navbera rejîma Tehranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de jî wekî rastiyek tê dîtin, lê pirsa cewherî ji bo me Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ew e ku Kurd di nav beraşê şerê han de, di kîjan aliyê hevkişê de cih girtiye?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di dehsalên borî de nîşan daye ku bêtirî ku pabendî «encama yekalîker a şeran» be, pabendî «guhertina berjewendî û pêwîstiyan» bûye; yanî Amerîka li gorî ezmûna herî kêm 60 salên borî, her çend di çendîn şerên xwînawî de beşdar bûye, lê her gava ku hest kiribe ku êdî pêdivî bi domandina şer nemaye yan jî êdî berjewendiyên wê di berdewamiya şer de nînin, dev jê berdaye û guhertin di stratejiya xwe de pêk aniye.

Ji Vîyetnamê bigire heta Efxanistanê, ji Iraqê heta Sûriyê, heman plan û heman guhertina stratejîk dubare bûne; çûna nav şer bi hêzeke mezin û, derketin û bicî-hêştinek ku her dem tije ye ji pirsên bê bersiv.

Îro jî, di bin siya aloziyên zêdebûyî yên navbera Îran û Amerîkayê de û piştî şerekî 40 rojî yê dijwar ê serbazî û wêrankirina pêgehên girîng ên desthilatê li Îranê de, ew pirs dubare di mejiyê mirov de çê dide: Gelo dîrok dubare dibe?

Bersiva vê pirsê çi "erê" be çi "na", girêdayî bûyerên paşerojê ye, lê ya ku ji vê pirsê jî girîngtir e di rastiyê de ew e ku di nav vê hevkişeya nû û aloz a Rojhilata Navîn de, yek ji lîstikvanên dêrîn dubare hatiye ser şanoyê, ku Kurd e.

Dîroka peywendiya navbera Kurd û Amerîkayê, dîroka hevkariyên taktîkî ye, hevkariyên ku di demên girîng û hestiyar de çê bûne, lê pir caran di heman demê de bi dawî hatine!

Ji çiyayên Qendîlê heta deştên Sûriyê, Kurd pir caran wekî hevbeşê meydanî derketiye, lê ev hevbeşî her dem ji rastiyekê çavkanî girtiye: «Berjewendiya hêzên mezin, neguher nîne».

Di piroseya şerê navbera Amerîka û rejîma Tehranê de jî ji bo careke din Kurd hatin nav hevkişê û roleke nû wergirt; rolek ku hem derfet e û hêm metirsî!

Derfet bi wateya dîtin, xwe-dîtin û ji bo ragihandina daxwazan û ji bo hebûneke yekalîker di nav wan hevkişeyên ku paşeroja herêmê diyar dikin, lê metirsî jî, di dubarebûna heman nexşeyê de ku berê li Sûriyê xwe nîşan da, yanî bikaranîn û paşê tenê-hiştin!

Bi giştî di cîhanekê de ku siyaset bêtir ji her demê nayê pêşbînîkirin û tu piştgiriyeke hertimî nîne; di cîhanekê de ku cemserbendî û siyasetkirin li ser bingeha berjewendiyên hevbeş in û mafên mirovî dibin ewlewiyeta duyem û sêyem, belkî ne zêdegavî be ger em bêjin girîngtirîn waneya dîrokê pêk tê ji vê ku: Ew gelên ku paşeroja xwe tenê li ser biryara kesên din ava dikin, bêtir ji lîstikvanbûnê, dibin «amrazê lîstikê».

Nexwe li vir e ku gotina bi nav û deng a rêberê me yê şehîd, Dr. Qasimlo dubare xwe diyar dike û tîne bîra me ku dibêje:

«Ku miletê Kurd hem ew hêza wî heye bikaribe xwe rizgar bike û hem ji faktora bîhanî wek amileke guncaw sûd werdigire, lê faktora bingehîn, ewê ku dibêjin diyarker, hêza wî bi xwe ye. Dost baş e hebe, lê di xebata me de ji bo rizgariya me, nabe em hêza xwe li aliyekî deynin û baweriya me wisa be ku dostê herî baş me rizgar dike. Nexêr. Divê em bi xwe, xwe rizgar bikin û divê em bi xwe giriftên xwe çareser bikin. Lewma em pir kêfxweş in ku piştî çend sal xebata miletê Kurd, ew fikra ku berê pir bi hêz bû li Kurdistana Îranê, ku çarenûsa gelê Kurd li Washington û London û Parîs û Moskowê diyar dibe; pir kêfxweş in ku ew hest teqrîben bi temamî ji nav çûye û xelkê Kurdistanê pir baş dizane ku ew bi xwe çarenûsa xwe diyar dike û ew çarenûs jî li Kurdistanê diyar dibe.»