Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Heke Îran rêkeftinê neke, bordumaneke gelek tundtir dê dest pê bike

15:56 - 6 Gulan 2026

Donald Trump, Serokkomarê Amerîka di nûtirîn peyama xwe de hişyariyeke tund da rêjîma Îranê û ragihand; heke Îran pabendî wan xalan nebe yên ku li ser rêkeftine, bordumaneke giran dê dest pê bike ku tundiya wê dê gelek ji caran pirtir be.

Trumpî amaje bi wê çendê kiriye, di egera qebûlkirina rêkeftinê ji aliyê Îranê ve, operasyona serbazî ya bi navê "Tûreyiya Hamasî" dê bi dawî bêt û dorpêçên deryayî yên giran niha dê rê bidnn ku tengava Hormozê ji bo hemûyan, Îran jî tê de, bihête vekirin.

Wî tekezî li ser wê çendê kir ku heke razî nebin, êrîş dê bi şêwazekê gelek berfirehtir û bi hêztir dest pê bike.

Ev peyama Trumpî hevdem e digel belavbûna raportan derbarê nêzîkbûna Tehran û Waşîngtonê ji nivîsekî (yaddaşteke) lêktêgehiştinê ji bo bi dawî anîna şerî.

Malpera "Axios" li ser zarê berpirsên Amerîkî belav kiriye, tê çavnihêrîkirin di 48 demjimêrên dahatî de Îran bersiva xwe ya dawiyê derbarê çend pirsên sereke rabgehînie.

Hevdem, jêderekê agehdar li Pakistanê ji bo ajansa "Reuters" eşkere kiriye ku herdu alî ji hemî caran pirtir li rêkeftinê nêzîk bûne û tê pêşbinîkirin ku gelek bi zûyî ev dosiye bête girêdan.